Amerîka sîstemên berevaniya asmanî li 4 welatên Rojhilata Navîn bicih dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka wek pêşbîniyekê ji bo operasyona bejahî ya Îsraîlê li ser Xezzeyê, nêzî 10 sîstemên berevaniya asmanî li Rojhilata Navîn bicih dike.
Li gorî rojnameya “Wall Street Journal”, bicihkirina sîstemên berevaniya asmanî yên Amerîkayê, dê li Urdin, Iraq, Erebistana Siûdî û Sûriyeyê be.
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin hefteya borî ragihandibû, li hember êrişên vê dawiyê yên li ser hêzên Amerîkayê, ew ê sîstema berevaniya asmanî ya THAAD û sîstema mûşekî ya Patriot bişîne Rojhilata Navîn, bêyî ku cihê wan diyar bike.
Di çend rojên borî de, piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, êrîşên li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê zêde bûne.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî pêr Sêşemê gotibû, qonaxa bê ya operasyona Îsraîlê li kerta Xezzayê ji bo têkbirina tevgera Hemasê nêzîk dibe.
Radyoya Artêşa Îsraîlê jî şeva borî ragihand, bi armanca pêkanîna êrîşeke bejahî li ser Hemasê, hêzên wan şeva borî derbasî kerta Xezzeyê bûn.