Salek bi ser pêkhatina kabîneya Sûdanî re derbaz bû û daxwaziyên Kurdan nehatin bicihanîn
Navenda Nûçeyan (K24) - Salek bi ser pêkhatina kabîneya nû ya Hikûmeta Îraqê, bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî û tevlîbûna hêzên Şîe û Kurd û Suneyan, re derbaz bû. Di kabîneya Sûdanî de, soza bicihanîna wan paran hatibû dan ên ku girêdayî pirsa Kurdan li Îraqê ne. Ew par ji bo çarekirina bingehîn hatine danan, lê heta niha ew parên girêdayî pirsa Kurdan û mafên wan nehatine bicihanîn.
Piştî derbazbûna salekê bi ser hikûmeta nû ya Îraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî re, ji ber zêdebûna kêşe û hevrikiyên siyasî, nekariye lihevkirina hevpeymaniya birêvebirina dewletê wekî xwe bi bi cih bîne, ku daxwazên Kurd û Suneyan jî tê de ne. Ev di demekê de ye, pareke karnameya Sûdanî ku peywendî bi Kurdan ve heye pêdivî bû di dema mehekê heta şeş mehan de hatiba bicihanîn, lê heta niha jî nehatiye bicihanîn.
Aliyên ku hikûmeta nû ya Îraqê pêk anîne ji hêzên nav çarçoveya hevahengiyê pêk hatine ku Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê, Hevpeymaniya Fetihê, Hevpeymaniya Nesirê, Tevgera Furateynê, Bizava Hiqûqê, Parta Fezîleyê, Hevpeymaniya Hêzên Dewletê û Bizava Etaê ne.
Kurd hêzeke mezin û aliyekî diyar ê vê hikûmetê ne ku bi hejmareke daxwaziyan tevlî wê bûne. Hêzên Suneyan jî ku Hevpeymaniya Ezimê, Hevpeymaniya Siyadeyê û Hevpeymaniya Teqedûmê ne bi hejmareke daxwaziyên girêdayî rewşa deverê tevlî wê bûne.
Di dema wergirtina baweriyê ji perlemanê û xwandina karnameya hikûmeta xwe de, Mihemed Şiya Sûdanî soz da di çarçoveya destûrê Îraqê de kêşeyên helawîstî yên navbera Hewlêrê û Bexdayê çare bike û ji bo hindek ji wan dema mehekê heta şeş mehan hatibû danan. Xalên herî giring jî derxistina pirojeqanûna neftê û gaze, bicihanîna madeya 140ê û mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdidtanê bûn, lê piştî derbazbûna salekê bi ser jiyê vê hikûmetê re, ji ber rêgiriya aliyên siyasî nekariye daxwaziyên gelê Kurd wekî xwe bi cih bîne.
Giringtirîn daxwaziyên gelê Kurd di kabîneya nû ya Hikûmeta Îraqê de ji hejmareke xal û madeyan pêk hatibûn, û tevaya aliyên ku tevlî hikûmetê bûne îmza li ser wan kiribû.
Herwesa pêkanîna fewca bilind a hawarhatinê ji xwecihên Kerkûkê û helbijartinên Civata Parêzgeha Kerkûkê di dema salekê de û bicihanîna lihevkirina Şingalê jî daxwaziyên Kurdan bûn ji wê hikûmetê.
Kurdan daxwaz ji wê hikûmetê kiribû ku valahiya ewlehiyê ya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê bê pirkirin, di eynî demê de daxwaz kiribû ku pirojeqanûna Dadgeha Federal jî di dema şeş mehan de hatiba derxistin.