Parêzgerê Silêmaniyê salvegera 8ê ya Kurdistan24ê pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgerê Silêmaniyê Heval Ebubekir salvegera 8ê ya damezrandina Kurdistan24ê li tevaya karmendên wê dezgehê pîroz dike û dibêje: Ez hêvî dikim Kurdistan24 bibe mînberek ji bo komkirina hemî dîtin û nerînên cuda.
Îro roja Sêşemê, 31ê Cotmeha 2023ê, Parêzgerê Silêmaniyê Heval Ebubekir salvegera 8ê ya damezrandina Kurdistan24ê li tevaya karmendên wê pîroz kir û got: Ez hêvî dikim ev kanal li beranberî gelê me li navxwe neynikek be, herwesa bi civaka navdewletî re jî pira peywendiyan be ji bo ku bikare peyama xelkê Kurdistanê, dezgehên dewletê û livînên jiyana giştî ya nav civakê ji aliyên aborî, civakî, çandî, ferhengî û siyasî ve wekî heyî veguhêzin.
Herwesa parêzgerê Silê,maniyê got: Ez hêvî dikim Kurdistan24 bibe mînberek ji bo komkirina hemî dîtin û nerînên cuda, ji bo ku bibe ew navend ku bikare hemî dîtin û nerînên cuda ji bo gotareke hevpar, armanceke hevpar, sitratejiyeke hevpar a neteweyî û Kurdistanî bikit yek.
Îro heşt sal bi ser damezrandina dezgeha medyayî ya Kurdistan24ê re derbaz bûn. Kurdistan24ê di vê heyamê de wekî medyayeke profesyonal kariye bi rengekî profesyonal li Kurdistanê û deverê û cîhanê nûçe û zanyaran veguhêze û roleke giring di pirsên neteweyî de hebûye.
Kurdistan24 bi rêya toreke berfireh a peyamnêran li Kurdistanê û piraniya welatên cîhanê bi lez û bi rengekî bêalî li dû rûdanan diçe û lidûçûneke hûr a çirke bi çirke li ser wan mijaran heye yên ku ji bo pêkhatên cuda cuda yên Kurdistanê giring in, hevsengî û babetîbûn û berpirsyarîtî di romal û lidûçûnên rojnamevanî de bi cî tîne û li gor standerdên berbelav ên medyayî û etîkên rojnamevaniyê kar dike.
Dezgeha Kurdistan24ê li 31/10/2015ê hatiye damezrandin, bi rêya kanala tilevizyonê û platformên medyaya civakî û radyoyê bizav kiriye ku bi rengekî pîşeyî û neteweyî serederiyê bi nûçe û zanyaran re bike. Kurdistan24 di dema karkirinê de bûye çavkaniya medyayên cîhanî jî.