Parlamentera berê ya HDPê Huda Kaya hat binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentera xula berê ya HDPê Huda Kaya, li firokexaneya Stenbolê hate binçavkirin.
li hejmara Huda Kaya ya tora civakî hate gotin, Huda Kaya bi awayekî neheq û neyasayî hatiye binçavkirin.
Parêzera Huda Kaya da xuyakirin, derbarê Huda Kaya de, bi tometa ku beşdarî xwepêşandan û civînên neyasayî bûye û di wan çalakiyan de pabendî hişyariyên hêzên ewlekariyê nebûye, lêpirsîn hatiye vekirin.
Da zanîn jî, navnîşana Huda Kaya diyar e, mobaylê wê jî vekirî ye, lê ji bo wergirtina îfadeyê, bang li wê nehatiye kirin û li firokexaneya Stenbolê hatiye binçavkirin.
Hat ragihandin, Kaya ji ber lêpîrsina Serdozgeriya Komarê ya Enqerê derbarê doza Kobanê de hatiye binçavkirin û piştî lêpirsînê bi daxwaza zîndanîkirinê bo dadgeha Nobedar ya Sulhê hatiye şandin.