Parêzgarê Helebce: Em kar ji bo navdewletîkirina festîvalê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Helebceyê dibêje, Hikûmeta Herêma Kurdistanê salane bûdceyeke taybet ji bo Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê terxan dike. Got jî: “Em kar ji bo navdewletîkirina festîvalê dikin.”
Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê îro danê sibê bi beşdariya 600 cotkaran dest pê kir û dê sê rojan berdewam bike. Di festîvalê de, 720 cih ji bo cotkar, baxçevan û karsazan hatiye dabînkirin.
Nêzîkî nîvê berhemanîna hinarê li Kurdistanê, li Helebce ye. Di festîvala îsal de ji bilî henaran, xwarinên Kurdî, doşav, sîrke, hinguv, gûzên Hewramanê, tû û berhemên din ên herêmê tên pêşandan.
Parêzgarê Helebce: Em kar ji bo navdewletîkirina festîvalê dikin
Parêzgarê Helebceyê Azad Tewfîq ji K24ê re ragihand: “Ev festîval yek ji çandên xweş ên Helebceyê ye û ev neh sal in berdewam dike.”
Gor jî: “Du armancên me li pişt wê hene; Yekem pêşandana van berhemên xweş ên herêmî yên cotkarên Helebce, Şarezor û Hewramanê û bazarkirina wan e.”
Derbarê armanca duyem jî got: “Armanca din jî, xurtkirina pêwendiyên kulturî ye. Anku du rehendên festîvalê hene: Aborî û danûstendina kulturî.”
Got jî: “Tevî hebûna qeyranên mezin di van salên dawiyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî budce ji bo vê festîvalê xerc dikir û nehîşt raweste.”
Li Helebceyê 9 hezar donim baxên hinaran hene, eger berhema wan ji sedî 100 be, salane nêzîkî 30 hezar ton hinar tê berhemanîn.