Yekîtiya Navneteweyî ya Zanayên Jenosîdan pirojebiryara Itîrafkirina bi Jenosîda Gelê Kurd dipejirîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wekîlê Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan radigehîne ku pirojebiryara nasandina pêlên enfalên Helebce, Barzaniyan, Feyliyan û qurbaniyên kiryarên teroristî yên DAIŞê li beranberî pêkhatên Kurdistanê wekî jenosîd piraniya dengan bi dest xistine. Herwesa dibêje ku ev pêngav dê deriyekî mezin ji bo Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan veke ku li navendên navneteweyî kar bike.
Îro roja Pêncşemê, 2ê Mijdara 2023ê, Yekîtiya Navneteweyî ya Zanayên Jenosîdan pejirandina pirojebiryara Itîrafkirina bi Jenosîda Gelê Kurd ragehand. Wekîlê Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Berevan Hemdî di konfiranseke rojnamevanî de amaje da wê yekê, ev piştî wê yekê hat ku Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevparî bi Rêkxistina KG LOBBY CENTER re pirojebiryara nasandina tawanên ku dijî gelê Kurd li Îraqê hatine kirin wekî jenosîd pêşkêşî Rêkxistina LAGSê kiribû.
Wekîlê Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan behsa wê yekê jî kir ku pirojebiryara bi nasandina pêlên enfalên Helebce, Barzaniyan, Feyliyan û qurbaniyên kiryarên teroristî yên DAIŞê li beranberî pêkhatên Kurdistanê wekî jenosîd piraniya dengan bi dest xistine.
Amaje da wê yekê jî ku wê rêkxistinê di konfiransa Tîrmeha borî de bi amadebûna tîma wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan pirojebiryara xwe xist nav karnameya xwe û paştir xist nav piroseya dengdanê û îro piştî bidestxitina dengên endamên wê rêkxistinê hat pejirandin.
Li dû wê pirojebiryarê, Yekîtiya Navneteweyî ya Zanayên Jenosîdan tawanên komkujî û jenosîdên ku ji aliyê Rijêma Beis û terorsitên DAIŞê ve li dijî gelê Kurd hatine kirin wekî jenosîd nasandin. Rêkxistina LAGSê ji wan zana û akademî û lêkoleran pêk tê yên ku di warê tawanên jenosîdan de li seranserê cîhanê şareza ne û di wî warî de kar dikin.
Wekîlê Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan amaje da wê yekê jî ku ev pêngaveke gelek giring bû, deriyekî gelek mezin ê karkirinê li ber Wezareta Şehîd û enfalkiriyan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê vedike ji bo ku bikarin li navendên navneteweyî kar bikin û pêngavan biavêjin, ji ber ku şarezayên vî warî piştevaniya biryarên Dadgeha Bilind a Îraqê û wan belgeyan kir ên ku ji aliyê KG LOBBY CENTER ve hatibûn amadekirin.
Berevan Hemdî bal kişand ser wê yekê jî ku ev ji bo cara yekê ye rêkxistineke navneteweyî itîrafê bi jenosîda Kurdan dike. Ev jî wesa li me dike ku bi rêya vê biryarê givaştin û bizavên xwe di warê baştir nasandina jenosîdan de zêdetir bikin, mezlûmîtiya xelkê Herêma Kurdistanê nîşan bidin û li dû qerebûya qurbaniyan bigerin. Herwesa em wesa bikin ku careke din ew tawanên komkujiyê dubare nebin.