Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê di roja xwe ya dawî de didome

Navenda Nûçeyan (K24) – Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê îro di roja xwe ya sêyem û dawî de, bi beşdariya 600 cotkaran didome.
Nêzîkî nîvê berhemanîna hinarê li Kurdistanê, li Helebce ye. Di festîvala îsal de ji bilî henaran, xwarinên Kurdî, doşav, sîrke, hinguv, gûzên Hewramanê, tû û berhemên din ên herêmê tên pêşandan.
Li gorî amarên roja yekem a festîvalê, 70 hezar û 200 kesan û di roja duyem de jî, 120 hezar kesan ji navxwe û derveyî parêzgehê, serdana festîvalê kirine.
Parêzgarê Helebceyê Azad Tewfîq ji K24ê re ragihandibû: “Ev festîval yek ji çandên xweş ên Helebceyê ye û ev neh sal in berdewam dike.”
Gor jî: “Du armancên me li pişt wê hene; Yekem pêşandana van berhemên xweş ên herêmî yên cotkarên Helebce, Şarezor û Hewramanê û bazarkirina wan e.”
Derbarê armanca duyem jî got: “Armanca din jî, xurtkirina pêwendiyên kulturî ye. Anku du rehendên festîvalê hene: Aborî û danûstendina kulturî.”
Got jî: “Tevî hebûna qeyranên mezin di van salên dawiyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî budce ji bo vê festîvalê xerc dikir û nehîşt raweste.”
Li Helebceyê 9 hezar donim baxên hinaran hene, eger berhema wan ji sedî 100 be, salane nêzîkî 30 hezar ton hinar tê berhemanîn.