“Festîvala Helebceyê piştî Aşûrayê duyemîn kombûna herî mezin a li Iraq û Kurdistanê ye”

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê dibêje, gelê Helebceyê ji her kesî re çespand ku ew dikarin birînên karesata bajarê xwe veguherînin mezintirîn devera geştiyariyê.
Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî duhî di roja dawiyê ya Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê de beşdar bû û gotarek pêşkêş kir.
Bêgerd Talebanî got, bi riya vê festîvalê û bi saya kalîteya baş a berhemên Helebce û navçeyên din ên Kurdistanê, em ê bikarinwan hinardeyî welatên derve bikin.
Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê piştrast kir jî, di rojên festîvalê de 270 hezar kesan serdana bajarê kirine û berhemên 900 cotkar, pîşesaz û karên destan ên jinan dîtine.
Amaje bi wê yekê jî kir, dahata darayî ya festîvalê gihîşt “milyarek û 350 milyon dînar. Herwiha 106 kanalên ragihandinê û zêdetir ji hezar rojnamevanan beşdarî rûmalkirina wê festîvalê bûne.”
Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê destnîşan kir jî, Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê piştî Aşûrayê, duyemîn kombûna mezin a li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê ye.
Di dawiya gotara xwe de, Bêgerd Talebanî spasiya Rêveberiya Çandinî û Geştiyarî ya Helebceyê, endamên Komîteya Amadekar a Festîvalê û hemû tîmên îdarî, hikûmî, xizmetguzarî û ewlehiyê yên ku di serkeftina festîvalê de beşdar bûne, kir.
Di mîhrîcanê de berhemên parêzgeha Helebceyê hatin pêşandan û ji bilî hinaran, berhemên xwemalî yên Kurdî yên wek doşav, sîrke, hinguv, gûzên Hewramanê, meyweyên hişk û berhemên din ên herêmê hatin pêşandan.
Festîvala Helebce bi armanca nîşandana çanda bajêr, firotina berhemên xwemalî yên cotkarên Helebce, Şarezor û Hewramanê û herwiha xurtkirina pêwendiyên kulturî ye.
Li Helebceyê 9 hezar donim baxên hinaran hene, eger berhema wan ji sedî 100 be, salane nêzîkî 30 hezar ton hinar tê berhemanîn.