Civata Wezîran biryarekê di berwejenda xwendekarên xwandina paralel de derdixe

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê daxwazê ji Wezareta Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî dike ku, ji bo liberçavwergirtina rewşa darayî û bi merema hêsankariyên zêdetir, divê qistê yekê yê kirêya xwandina xwendekarên xwandina paralel bê paşxistin.

Îro roja Yekşemê, 5ê Mijdara 2023ê, Serokatiya Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê nivîsara hejmar 14291, bi îmzaya Umêd Sebah, arasteyî Wezareta xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye û tekezê li ser arîkariya xwendekarên xwandina paralel dike.

Di wê nivîsarê de amaje bi wê yekê hatiye dan ku, li ser raspardeya Nivîsîngeha Serokê Civata Wezîran, bi liberçavwergirtina xirabiya rewşa darayî û bi merema hêsankariyên zêdetir, “divê wergirtina qistê yekê yê kirêya xwandina xwendekarên xwandina paralel bê paşxistin û nebe şertê wergirtinê û destpêkirina sala xwandinê ya 2023-2024ê li zanîngeh û peymangehan.

Fly Erbil Advertisment