Amerîka: Em ji nêzîk ve proseya destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dişopînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê ragihand, ew ji nêzîk ve proseya destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dişopînin.

Wezîrê Elektrîk û Çavkaniyên Xwezayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed Salih pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Mark Straw kir.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, Konsulê Giştî yê Amerîkayê kêfxweşiya xwe ya ji bo veberhênana di warên elektrîk, enerjî û petrolê de li Herêma Kurdistanê nîşan da.

Derbarê destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de jî, Straw ragihand, rawestandina petrolê bandoreke neyînî li ser dahat û sektora giştî ya Herêma Kurdistanê kiriye.

Herwiha got: “Çareserkirina pirsgirêka dahatê û derxistina yasaya neft û gazê ya Iraqê ji karên pêşîne yên siyaset û rojeva Washingtonê dibe.

Wezîrê Elektrîk û Çavkaniyên Xwezayî spasiya rola Amerîkayê bo hewlên wê yên ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê û derxistina yasaya federalî ya petrol û gazê bi hevkariya Herêma Kurdistanê, kir.

Ji 25ê Adara borî heta niha hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê rawestiyaye.

Li gor rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê, pêwîst e Herêma Kurdistanê rojane 400 hezar bermîl petrol radestî Somo bike, li hember vê jî, mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve werin dabînkirin.

Fly Erbil Advertisment