Dijeterora Kurdistanê: Bi droneke bombekirî êrîşî Balafirxaneya Herîrê hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Dijeterora Kurdistanê ragehand, bi droneke bombekirî êrîşî Balafirxaneya Herîrê hat kirin ku pêştir wekî bingeheke serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê dihat bikaranîn.

Îro roja Pêncşemê, 9ê Mijdara 2023ê, Dijeterora Kurdistanê ragehandinek parve kir, tê de hatiye ku seet 19:15 ê êvara îro, bi rêya droneke bombekirî êrîşî Balafirxaneya Herîrê li Parêzgeha Hewlêrê hat kirin, ku pêştir wekî bingeheke serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê dihat bikaranîn.

Di wê ragehandinê de hatiye ku ev balafirxane ji roja 20/10/2023ê ve hatiye berdan û ji ber wê êrîşê, agir berbûye enbara sotemeniya wê bingehê.

Li gor zanyarên Dijeterora Kurdistanê, li şeva 8ê Mijdara 2023ê jî, bi rêya du dronên bombekirî êrîşî bingeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Balafirxaneya Herîrê li parêzgeha Hewlêrê hatiye kirin. Li gor zanyaran, çi zirarên canî û madî jê çê nebûbûn.

Fly Erbil Advertisment