Dêrşewî: Tenê hindek komên Îraqê dixwazin Îraqê bikêşin nav şerekî navdewletî

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavdêrekê siyasî ji Kurdistan24ê re ragehand ku tenê hindek komên Îraqê dixwazin Îraq bi hêzên hevpeymanan re bikeve nav şerekî. Herwesa wî xuya kir ku ew kom nahêlin Serokwezîrê Îraqê jî bernameya xwe bi cih bîne. Wî çavdêrî amaje da wê yekê ku serdana Sûdanî jî her ji ber van mijaran bûye.
Îro roja Înê, 10ê Mijdara 2023ê, çavdêrê siyasî Mihemed Amir Dêrşewî bû mêvanê Kurdistan24ê û bersiva çend pirsyarên Hekar Nêrweyî da. Wî di nav gotinên xwe de amaje da wê yekê ku Amerîka, Fransa, dewletên deverê û heta ew dewlet û aliyên dibêjin xwe Bereyê Bergiriyê jî, hemî dixwazin şerê Israîl û Hemasê berfireh nebe, tenê hindek komên Îraqê dixwazin ev şer berfireh bibe û ew kom jî her girêdayî Bereyê Bergiriyê ne.
Herwesa wî got ku ew kom berjewendî û peywendiyên diplomasî yên navdewletî yên îraqê têk didin. Ew dixwazin Îraqê bi hêzên navdewletî re tûşî şerekî bikin. Hêzên hevpeymanî Îraq ji zulma Sedamî û DAIŞê xilas kiriye, lê ew dixwazin şerê wan bikin. Yanî ew kom dixwazin Îraqê bikêşin nav şerekî navdewletî.
Wî amaje da wê yekê jî ku berî her tiştekî ev yek di berjewenda Îraqê bi xwe de nîne.
Wî got: Di berjewenda Îraqê de nîne ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê bê Îraqê û çoxkê gulenebir li xwe bike, ji ber ku ew yek peyamekê dide kompaniyên navdewletî û diplomasiyên navdewletî ku Îraq dewlewteke ewle nîne û jê re dibêje ku pere û diplomasiyên xwe ji wê derê vekêşin.
Herwesa Dêrşewî di pareke din a gotinên xwe de got: Ez serdana Serokwezîrê Îraqê ji bo Herêma Kurdistanê jî her di wê çarçoveyê de dibînim.
Wî zêdetir ron kir ku serdana Sûdanî du sedem hebûne; sedema yekê ew e ku tirs xwe ketiye dilê Şîeyên Îraqê jî ku Îraq tevlî şerekî navdewletî bibe.
Dêrşewî got: Serok Barzanî û hikûmeta Herêma Kurdistanê naxwazin Îraq bikeve nav wî şerî û berjewenda îraqê ji bo Sûdanî jî giring e, lewma ew hatiye serdana Herêma Kuridstanê.
Herwesa ron kir ku sedema duyê jî bicihanîna bernameya wî ye ku pareke wê bernameyê jî nehêlana arêşeyan bi Herêma Kurdistanê re ye.
Wî ev yek zêdetir ron kir û got: Aliyek li Îraqê heye ku rêyê nade Sûdanî bernameya xwe bi cih bîne û ew her ew alî ye yê ku dixwaze Îraqê ber bi şerekî ve bi hevpeymanan re bibe û ew îraqê dike dewleteke bê desthilata giştî.
Wî tekez jî kir ku ne tenê Kurdistan, lê Îraq bi xwe jî ji bo wan koman giring nîne û dilsoziya wan ne ji bo Îraqê ye.