Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Amadekariyên hinardekirina petrolê bi riya Ceyhanê re tên kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Petrolê yê Iraqê dibêje, amadekariyên ji bo dubare hinardekirina petrolê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê dest pê kiriye.
Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, projeyên wan ji bo veberhênana gaza ku li hemû parêzgehên Iraqê û parêzgehên bakur jî di nav de, tê derxistin hene. Bi temamkirina wan projeyan, dê şewitandina gazê raweste.
Ebdulxenî got: “Hikûmet bi peymanên navndewletî yên derbarê rawestandina şewitandina gazê heta pêş sala 2030, pabend e.”
Diyar kir jî: “Em niha bi qasî 1 milyon pê sêcar gazê ji bo karkirina santralên elektrîkê hawerde dikin. Piştî ku projeyên me temam bibin, em ê hawerdekirinê rawestînin.”
Derbarê rawestandina hinardekirina petrolê di riya boriya Tirkiyeyê re, Wezîrê Petrolê yê Iraqê got: “Ev pirseke teknîkî ye û amadekarî tên kirin ku hinardekirina petrolê bi rêya bendera Cediyanê re ji nû ve bidin destpêkirin.
Xeta boriya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ku petrola Kurdistanê bi rêya wê bo bendera Ceyhan a Tirkiyeyê tê hinardekirin, ji 25ê Adarê ve li ser daxwaza hikûmeta Iraqê hatiye rawestandin.
Her çend e gelek caran berpirsên her du hikûmetên Iraq û Tirkiyeyê amadehiya xwe ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê ragihandine, lê heta niha petrola Herêma Kurdistanê nehatiye henardekirin.