Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Rêberê Tevgera Îslamî civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11ê Mijdarê pêşwazî li Rêberê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Îrfan Elî Ebdulezîz kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya serkeftina kongreya tevgerê û dubare bijartina wî wek Rêberê Tevgera Îslamî, pîrozahî li Îrfan Elî Ebdulezîz kir û hêviya serkeftinê jê re xwast.

Di hevdîtinê de, rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û navçeyê hat gotûbêjkirin û tekezî li giringiya yekhelwestî û yekrêziya aliyên Kurdistanî ji bo parastina qewarya destûrî ya Herêmê û mafên gelê Kurdistanê hate kirin.

Fly Erbil Advertisment