Şandeke Wezareta Petrolê ya Iraqê gihişte Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Petrolê yê Iraqê bi serokatiya şandekê gihişte Hewlêrê û biryar e bi rayedarên Herêma Kurdistanê re li ser destpêkirina hinardekirina petrolê gotûbêjan bike.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî û şanda pê re îro 12ê Mijdarê gihîştin Herêma Kurdistanê û li aliyê Wezîrê Samanên Sirûştî Kemal Mihemed, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omîd Sebah û Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw ve pêşwazî li wan hate kirin.

Pêştir Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihandibû, serdana Wezîrê Petrola Iraqê li ser daxwaza her du serokwezîran e ku were Hewlêrê û pirsa petrolê bi Wezareta Samanên Sirûştî re çareser bike.

Got jî: Mijara sereke ya civînan, têçûna berhemanîna petrolê û rêkarên hinardekirina petrola Herêmê ye û ji bo vê pirsê, Wezîrê Petrola Iraqê dê du sê rojan bimîne.

Xeta boriya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ku petrola Kurdistanê bi rêya wê bo bendera Ceyhan a Tirkiyeyê tê hinardekirin, ji 25ê Adarê ve li ser daxwaza hikûmeta Iraqê hatiye rawestandin.

Her çend e gelek caran berpirsên her du hikûmetên Iraq û Tirkiyeyê amadehiya xwe ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê ragihandine, lê heta niha petrola Herêma Kurdistanê nehatiye henardekirin.

Fly Erbil Advertisment