Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Kardînal Lwîs Sako dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema pêşwazîkirina Patiryark û Serokê Kenîseya Kildanî li Îraq û Cîhanê de, pabendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser parastina mafên kiristiyanan û tevaya pêkhatan li Herêma Kurdistanê tekez kir.
Îro roja Duşemê, 13ê Mijdara 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Patiryark û Serokê Kenîseya Kildanî li Îraq û Cîhanê Kardînal Lwîs Sako kir.
Ji aliyê xwe ve Patiryark Sako kurtiyek li ser serdana xwe ji bo Vatîkanê û civîna xwe ya bi cenabê Papayê Vatîkanê re û Kardînalên Kasolîk li cîhanê pêşkêş kir. Herwesa spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir, ji ber piştevaniya wî ya berdewam ji bo kiristiyanan û berdewamiya pêkvejiyana aştiyane li Herêma Kurdistanê.
Di eynî demê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî pesna rola giring a Patiryark Kardînal Lwîs Sako wekî Rêberê Bilind ê Kenîseya Kildanî kir, herwesa pabendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser parastina mafên kiristiyanan û tevaya pêkhatan li Herêma Kurdistanê tekez kir.



