Mesrûr Barzanî: Me daxwaza mûçeyên sê mehên din ji Hikûmeta Îraqê kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî dibêje, “Me daxwaza mûçeyên şeş mehên îsal ji Hikûmeta Îraqê kiriye, wan biryar li ser şandina mûçeyên sê mehan daye û ji bo sê mehên din jî gotiye ku meha 12ê dê hisaban tesfiye bikin û em li benda bersiva wan in”.
Sibeha îro roja Sêşemê, 14ê Mijdara 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tevlî Festîvala Peymangeha Hunerên Ciwan a Hewlêrê bû. Paşî di daxuyaniyeke rojnamevanî de bersiva hejmareke pirsyarên rojnamevanî da.
Li ser naveroka wê nameya ku wî ji Serokwezîrê Îraqê re şandibû, Mesrûr Barzanî got, “Ji bilî şandina nameyê, ez bi Serokwezîrê Îraqê re axiftime jî. Me daxwaza pereyê şeş mehên îsal kiribû ku ji bo xelkê Kurdistanê dabîn bikin lê wan biryar da pereyê sê mehan bişînin. Me daxwaza 800 milyar dînaran kiribû lê Civata Wezîran biryar li ser 700 milyar dînaran da. Ji bo mehên din em dîsa axiftine û wan gotiye ku dê li meha 12ê hisaban tesfiye bikin ji bo ku bizanin çi maye dabîn bikin. Êdî em jî li benda wan in ku sozên xwe bi cih bînin”.
Mesrûr Barzanî amaje da wê yekê jî ku Hikûmeta Federal sedema vemana parvekirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê ye û got, “me daxwaz kiriye ev kêşe bidawî bê û xelkê Herêma Kurdistanê jî wekî hemî xelkê Îraqê bi mafên xwe şa bibe û mafên wan ên darayî êdî venemînin.
Herwesa got, “me civîneke baş bi Wezîrê Petrolê yê Îraqê re kiriye ku herwesa Cîgirê Serokwezîrê Îraqê ye jî. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî erkên xwe bi cih anîne, me behsa van tiştan hemiyan bi wan re kiriye û em li bendê ne ku ew jî rêzê li mafên xelkê Herêma Kurdistanê bigirin û destûrî bi cih bînin.
Amaje da wê yekê jî, “em di danûstandinan de gehiştine hevfeimandineke baş û wan gotiye ku dê vegerin ku biryarê li ser pêşniyaran bidin. Ez gelek bihêvî me û îşela encamekî baş û bersiveke baş dê ji bo xelkî jî hebe”.
Mesrûr Barzanî herwesa got: Mimkin e petrola Herêma Kurdistanê dîsa bê hinardekirin û em li ser vê mijarê axiftine lê divê mafên Herêma Kurdistanê li dû destûrî li ber çavan bên wergirtin”.
Li ser ser serdana xwe ji bo wê festîvalê, Serokwezîrî got, “Ez bi xwe ji hunerê hez dikim û taybet hunerê şêwekarî, lewma min gelek pê xweş bû vê serdanê bikim. Ev kar ên ciwanên me ne, wan tiştên gelek xweşik kirine û min gelek hêvî bi wan heye ku dikarin li paşerojê bibin hunermendên gelek mezin. Her tiştekê ji destê me jî bê ji bo arîkarîkiya wan li vê derê û li hemî bajar û bajarkên din jî yên Kurdistanê, em dê ji wan re bikin”.