Nêçîrvan Barzanî: Danûstandinên Hewlêr û Bexdayê ji bo çarekirina arêşeyan erênî ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê berdewamiya danûstandinên Hewlêr û Bexdayê ji bo çarekirina arêşeyan û serdanên vê dawiyê yên Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Petrolê yê Îraqê ji bo Hewlêrê erênî dibîne.
Sibeha îro roja Çarşemê, 15ê Mijdara 2023ê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransayê li Îraqê Éric Chevalier kir.
Li gor ragehandineke Serokatiya Herêma Kurdistanê, “Di hevdîtinekê de herdu aliyan behsa dawî pêşhatên piroseya siyasî ya Îraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û bizavên destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, peywendiyê Fransayê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa Rojhilata Navîn û bandor û encamên wê kir.
Di wê ragehandinê de hatiye, “Nêçîrvan Barzanî berdewamiya danûstandinên Hewlêr û Bexdayê ji bo çarekirina arêşeyan û serdanên vê dawiyê yên Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Petrolê yê Îraqê ji bo Hewlêrê erênî diyar kir, û dilxwaziya Herêma Kurdistanê ji bo çarekirina arêşeyan bi Hikûmeta Îraqê re li ser bingeha destûrî tekez kir”.
Amaje hatiye dan ku di derheqa rewşa aloziya Rojhilata Navîn de jî, “Herdu aliyan behsa bizavên rêgiriya li zêdetir berfirehbûna rewşê kir û tekez li ser giringiya parastina aramî û seqamgiriya Îraqê kir. Di vî warî de herdu alî hevra bûn ku Îraq nebe pareke aloziyan û hêzên hevpeymanan û diplomatkaran parastî bin”.
Dawî serdana Nêçîrvan Barzanî û civîna wî û Serokê Fransayê Emmanuel Macron, peywendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê bi welatên cîran re û çend pirsên din ku ji bo herdu aliyan giring in jî mijarên vê hevdîtinê bûn.