Hoşyar Zêbarî: Dadgeha Federalî ya Iraqê ne destûrî ye û biryarên wê siyasî ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedarê Kurd Hoşyar Zêbarî dibêje, Dadgeha Federalî ya Iraqê nedestûrî ye û biryarên wê siyasî ne.

Siyasetmedarê Kurd Hoşyar Zêbarî li hejmara xwe ya li tora civakî “X” nivîsî: “Me berê jî gotibû û em ê dîsa jî bibêjin, Dadgeha Federalî nedestûrî ye û biryarên wê yên bi navê dadwerî û dadweriyê, ji bo yekalîkirina hesabên siyasî yên navxweyî û derve ne.”

Di peyama xwe de hat gotin: “Êdî dema ku derxistina yasayeke nû ya avakirina dadgehekê li gor destûrê hatiye, ji ber ku Dadgeha Federalî zêdegaviyê li ser hikûmet û parlamentoyê dike.”

Herwiha Hoşyar Zêbarî dipirse: “Prensîba cudabûna desthilatan li kû ye?”

Roja 14ê Mijdarê Dadgeha Federalî endamtiya Mihemed Helbûsî û Leys Dilêmî di parlamentoya Iraqê de bidawî anî, bi vê biryarê ew jî Helbûsî ji posta Serokê Parlamentoyê hat dûrxistin.

Dadgeha Bilind a Iraqê, bilindtirîn dezgeha dadwerî li Iraqê ye, erkê vê dadgehê yekalîkirina nakokiyên derbarê destûrê de ye. Ev dadgeh di sala 2005an de bi yasayeke wezarî hatiye damezrandin û navenda wê li Bexdayê ye.

Fly Erbil Advertisment