Dijeterora Kurdistanê: Bi droneke bombekirî êrîşî balafrixaneya Herîrê hat kirin

Dîmenekî êrîşa li ser Balafirxaneya Herîrê
Dîmenekî êrîşa li ser Balafirxaneya Herîrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor zanyarên Dijeterora Kurdistanê, îro roja Înê, seet 10:25 deqîqe, bi rêya droneke bombekirî êrîşî balafirxaneya Herîrê li parêzgeha Hewlêrê hat kirin, ku pêştir ew balafirxane wekî bingheke serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê dihat bikaranîn.

Ji aliyê xwe ve, berî demeke kêm Bergiriya Îslamî li Îraqê berpirsyarîtiya xwe li beranberî êrîşa ser balafirxaneya Herîrê ragehand.

Di ragehandinekê de, Bergiriya Îslamî li Îraqê ragehand ku li beranberî êrîşên Israîlê bo ser Xezzeyê, êrîşî bingeha serbazî ya Amerîkayê li Herîrê hatiye kirin.

Pêştir jî Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragehandibû, ji 17ê Cotmeha 2023ê heta niha 58 caran êrîşî bingehên serbazî yên Amerîkayê li Îraq û Sûriyeyê hatiye kirin.

Arîkarê Berdevkê Pentagonê Sabrina Singh jî di konfiranseke rojnamevanî de ragehandibû, “Ji 17ê Cotmeha 2023ê heta niha, 58 caran êrîşî bingehên serbazî yên Amerîkayê li Îraq û Sûriyeyê hatiye kirin, ku hemî jî bi ser nekeftine û çi zirarên berçav negehiştine jêrxaneyan û çi serbazên Amerîkayê jî bi rengekî bibandor birîndar nebûne. Tevaya serbazên birîndar vegeriyane ser erkên xwe”.

Herwesa got: Heta niha 58 êrîş hatine kirin, 27 ji wan li Îraqê û 30 ji wan jî li Sûriyeyê bûn.

Fly Erbil Advertisment