Nêçîrvan Barzanî: Eger aliyên siyasî yên Iraqê li gorî destûrê kar bikin, çareserkirina pirsgirêkan hêsan e
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di korbenda MEPSê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, konferansa îsal hevdem e ligel kirîzeke metirsîdar û rewşa navçeyê li ser asayîş û aramiya navçe û cîhanê metirsî ye.
Nêçîrvan Barzanî got: “Şerê Îsraîl û Hemasê careke din îspat kir ku ewlehiya cîhanê têgeheke watedar û rasteqîn e. Berfirehbûna şerê Îsraîl û Hemasê û zêdetir tevlîbûna hêzên herêmê di nava şer de, dê rewşê dijwartir û bitirs bike.”
Serokê Herêma Kurdistanê got: “Di rewşeke wiha de divê em li Iraq û Herêma Kurdistanê ji her demê bêhtir bi hişyarî tevbigerin. Nabe bi ti egerekê Iraq bikeve nav nakokiyan û aloziyan, ji ber ku dê zirareke mezin bide û divê Iraq aram be û ber bi pêş ve biçe. Niha dem hatiye ku Iraq bibe qada çareserkirina pirsgirêkan, ne qada şer û pevçûnan li herêmê.”
Herwiha got: “Destpêkirina şer di navbera Hamas û Îsraîlê de, rastiyeke hêsan îsbat kir: Pirsgirêk bi derengxistin û tepisandinê, nayên çareser kirin, lê dê rojekê mezintir û xirabtir bibin.”
Amaje bi wê jî kir: “Çareseriya du dewletan, weke ku di biryara navdewletî de hatiye diyarkirin, ku mafê hebûnê û aştiyê ji her du aliyan re misoger dike, tekane rêya bidawîkirina aloziyê ye. Bi dehsalan xwînrijandin û pevçûn hene, ev jî kêşeya Îsraîl û Filistînê çareser neke, niha dem hatiye ku hemû cîhan hewl bide şer rawestîne û dawî li kuştin, wêrankirina sivîlan li Xezayê bîne û dîlan azad bikin.”
Serokê Herêma Kurdistanê got jî: “Iraq piştî 20 salan ji azadiyê, divê baştir bûba, eger destûr wek xwe bihata cîbicîkirin û federalîzma ku sîstema Iraqê ye û gelê Iraqê deng daye wê, ava bibûya.”
Herwaha got: ‘Cibicînekirina sîstema federalî, pabendnebûna bi destûrê ye û gelek pirsgirêk û nakokîyên siyasî li Iraqê peyda kirine û nearamiyeke berfireh li Iraqê pêk aniye.
Tekez kir jî: “Çareserî jî, vegera ser pirensîpên hevparî, lihevkirin û hevsengiyê ye ku Iraq li ser bingeha wê hatiye damezirandin û ruhê nivîsandina destûra Iraqê ye.”
Herwiha tekez kir, eger aliyên siyasî yên Iraqê bi destûrê kar bikin, kêşe bi hêsanî tên çareserkirin. Eger em rast bifikirin, bîr li hevtêgihîştin, hevkarî û pêkvejiyana aştiyane bikin û welat û berjewendiyên wî di ser hemû pênaseyan re deynin, wê demê em ê bibînin ku çareseriya hemû pirsgirêkan hêsantir dibe.”
Got: “Parastina siyasî li Iraqê ji her demê bêhtir pêwîst e. Iraq hîn jî ji ber encamên şerê li dijî DAIŞê dinale, hîn pirsgirêkên wê yên aborî û xizmetguzariyê hene, pêwîstiya wê bi aramiyê li welat heye.”
Tekez kir jî: “Em di wê baweriyê de ne ku kilîta aramiyê li Iraqê, çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê bi hikûmeta federal re ye. Di destûra Iraqê de nexşerêyeke gelek zelal heye bo çareserkirina pirsgirêkan, tenê pêwîstiya me bi îradeya siyasî heye bo çareserkirina pirsgirêkan ji aliyê aliyên siyasî ve. Herêma Kurdistanê jî amade ye li gor destûr û têgihiştineke hevbeş, kêşeyên ligel Bexdayê çareser bike, çareserî di berjewendiya hemû welat de ye û mafên destûrî yên hemûyan dabîn dike.”
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Berdewambûna danûstandinan bo çarekirina kêşeyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de, gelek giring e, bêguman jî encamên danûstandinan, ne di asta pêşbînîyên Herêma Kurdistanê de ne.”
Tê nûkirin..