Kesên ku li Kerkûkê teqe li nivîsîngeha Şaxewan Ebdula kiribû hatin girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Tevaya wan kesên ku teqe li nivîsîngeha Cîgirê Serokê Perlemana Îraqê kiribû hatin girtin.
Cîgirê Serokê Perlemana Îraqê Diktor Şaxewan Ebdula ji K24ê re ragehand, “Tevaya wan kesên ku li Kerkûkê teqe li nivîsîngeha me kiribû hatine girtin”.
Herwesa ragehand, “Zêdebarî girtina wan, erebeya wan jî hatiye bindestkirin û paştir jî dê hûrkariyan ji bo tevaya xelkî li ser vê dozê bên parvekirin”.
Serê sibeha îro roja Duşemê, 20ê Mijdara 2023ê, li bajarê Kerkûkê teqe li nivîsîngeha Cîgirê Serokê Perlemana Îraqê Şaxewan Ebdula hat kirin.
Şaxewan Ebdullah di peyamekê de got: “Îro danê sibê di kiryareke tirsonek de, êrîşî nivîsîngeha me ya Kerkûkê hat kirin û yekser pasewanan bersiva wê êrîşê da.”
Eşkere kir jî, “Erebeya ku teqe kiriye Toyota Camry ye û kariye bireve û xwe rizgar bike, me jî daxwaz ji dezgehên ewlehiyê kiriye ku êrîşkeran bibînin”.
Şaxewan Ebdullah tekez kir jî: “Em xelkê Kerkûkê piştrast dikin ku ev êrîş jî wekî êrîşên berê, dê me ji xizmeta hemî pêkhatên Kerkûkê ranewestîne.”
Şaxewan Ebdullah li sala 1979ê li Kerkûkê bûye, endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê ye û 9ê Çileya 2022ê wek Cîgirê Duyê ê Serokê Parlametoya Iraqê hatiye hilbijartin.