Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike û li ser pirsa bûdce û mûçeyan ligel Serokwezîrê Iraqê dicive.
Biryar e Şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê sibe 27ê Mijdarê bi serokatiya Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Dr. Omêd Sabah serdana Bexdayê bike.
Jêderekî ji K24ê re ragihand: “Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re bicive.”
Da zanîn jî: “Mijarên civînê, dê mafên Herêma Kurdistanê, cudakirina mûçeyên fermanberên Kurdistanê ji xerciyên giştî û şandina wan, herwiha guhertina hin xalên yasaya bûdceya Iraqê bin.”
Ev serdan di demekê de ye, Herêma Kurdistanê dixwaze mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji xerciyên rastîn cuda bike û mûçeyên karmendan neyê siyasetkirin.