5 endamên DAIŞê li Neynewayê hatin girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya ragihandinê ya ewlehiyê girtina 5 teroristên DAIŞê li parêzgeha Nînewayê ragihand.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê îr 2.12.2023an di daxuyaniyekê de ragihand, Li gorî zanyariyên îstixbaratê, 5 çekdarên DAIŞê li gundê El-Mûmê yê li parêzgeha Nînewayê di kemînekê de hatin girtin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, rola wan terorîstan di êrîşên li dijî endamên hêzên ewlekariyê de hebû û ji bo girtina rêkarên yasayî, bo aliyên pêwendîdar hatin radestkirin.
Her îro jî, hejmarek çekdarên DAIŞê derbasî gundekî Mexmûrê bûn û şer û pevçûn di navbera wan û artêşa Iraqê de derket û 2 leşkerên Iraqê birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan, ew çekdarên DAIŞ'ê yên îro derbasî gundê Goptepeyê bûbûn, şeva borî li gundê Eliyê Reşî êrîşî hêze artêşa Iraqê kiribûn û leşkerek kuştibûn û 4 jî birîndar kiribûn.