Baregeha Eyn El-Esed careke din hate bombebarankirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Îraqî ragihand, êrîş li ser baregeha leşkerî ya Eyn Esed a li rojavayê Enbarê hate kirin.
Li gorî medyaya Iraqî, Baregeha leşkerî ya Eyn Esed a ku hêzên Amerîkî lê ne, ji aliyê dronan ve hatiye bombebarankirin.
Di vê derbarê de, rêxistina “Berxwedana Îslamî li Iraqê” ragihand, “wan baregeha Eyn Esed, wek bersivdanekê li hember tawanên dijminan li dijî gelê li Xezzeyê” bombebaran kir.
Di heyama 24 demjimêrên borî de, ev cara duyem e ku navenda leşkerî ya Eyn Esed li parêzgeha Enbarê tê bombebarankirin.
Pêştir jî, rêxistina Berxwedana Îslamî li Iraqê ragihandibû, 5 çekdarên wan roja Yekşemê di êrîşeke asmanî ya Amerîkî de li Kerkûkê hatin kuştin.
Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê jî aşkere kir, wan 5 çekdar li nêzîkî Kerkûkê kirine armanc, dema ku wan xwe amade dikir dronekê bifirînin.
Di çend rojên borî de, piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, êrîşên li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê zêde bûne.