Piştîwan Sadiq: Hikûmeta Iraqê ji bo şandina mafên darayî roj bi roj astengiyan derdixe
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, hikûmeta federal ji bo astengkirina şandina mûçeyên Herêma Kurdistanê, şert û mercên din danîne.
Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yên Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq ragihand: “Hikûmeta Iraqê ji şanda Herêma Kurdistanê re gotiye, eger em mûçeyan bişînin jî, em dikarin ji sedî 60 ji mûçeyan bişînin, divê Herêma Kurdistanê ji sedî 40 ê mûçeyan, ji dahata xwe dabîn bike.”
Sadiq diyar kir: “Hikûmeta Iraqê merceke din jî daniye, ew jî divê Herêma Kurdistanê hemû dahatên xwe yên navxweyî radest bike.”
Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî amaje bi wê yekê kir, li ser vê babetê şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê di demeke nêzîk de serdana Bexdayê bike.
Her çend e biryar bû hefteya borî 700 milyar dînar ji bo danînkirina mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, biketa ser hesabê bankê yê Wezareta Darayî û Aborî, lê heta niha Hikûmeta Federal neşandiye, ku li gor rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, pêwîst e Hikûmeta Federal bo mehên 7,8 û 9 mehane 700 milyar dînar wek deyn bide Herêma Kurdistanê, heta ku yasaya bûdceya Iraqê bikeve warê cibicîkirinê û bûdceya Herêma Kurdistanê bê şandin.
Piştî serdana şandeke pilebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî bo Bexdayê û civîna ligel her sê serokatî û aliyên siyasî yên Iraqê. Encumena Wezîrên Iraqê di civîna 19.7.2023an biryar da ku mûçeyên sê mehên karmendên Herêma Kurdistanê ku mehane 700 milyar dînar e, bi giştî du trilyon û 100 milyar dînar were şandin û mehane 700 milyar dînar bi rêya her sê bankên Reşîd, TBI û Rafideen / şaxê Hewlêrê, bikeve ser hesabên bankî yên Wezareta Darayî. Heta niha mûçeyên du mehan hatine şandin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew dabeş kirine, lê heta niha mûçeyên meha Îlonê nehatine şandin.