Piştîwan Sadiq: Hemû olên li Herêma Kurdistanê miyanrew in û xizmeta mirovatiyê dikin
![](https://d2wqffb2bc8st5.cloudfront.net/images/Dec-2023/1702204528PSHTIWAN-222.jpg)
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, wan di gotarên peyayên olî yên Herêma Kurdistanê de, hewl daye ku xizmeta mirovahiyê bikin. Herwiha got: “Gotarên ji sedî 99 ên melayên Kurdistanê miyanrew in.”
Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Piştîwan Sadiq di civînekê de ligel Desteya Rêveberiya Binkeya Laleşê de got: “Di Wezareta Ewqafê de, nûnerên 8 olan hene. Weke siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê, me hewl daye siyaseta nerm û miyanrew li Herêma Kurdistanê bibe gotarek ku xizmeta mirovahî û Kurdistanê bike.”
Got jî: “Ez bi şanaziyê dibêjim ku ji sedî 99 ji meleyên hemû olên li Herêma Kurdistanê nerm û miyanrew in û xizmeta mirovatiyê dikin. Li her welatekî hinek kesên awerte hene, lê ew olan nîşan nadin. Wek mînak DAIŞê ne tenê li dijî Êzidî û Kirîstiyanan, li dijî Îslamê û hemû olên din jî kiryarên terorîstî pêk anîn.”