Parêzgerê Hewlêrê: Em piştrast in Kurdistan û Katalonya digehin serxwebûnê
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgerê Hewlêrê dibêje, “Em piştrast in Herêma Kurdustanê û Herêma Katalonyayê dê li paşerojê bigehin serxwebûnê”. Amajeyê dide wê yekê jî ku, hejmareka pirsan her du aliyan bi hev re girê dide.
Îro (Sêşem, 12ê Berçileya 2023ê) li jêr çavdêriya Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Fermangeha Rêkxistinên Nehikûmî ya Kurdistanê, Rêkxistina Aştî û Azadiyê konfiransa “Ciwan - Zanîngeh - Aştî”yê bi tevlîbûna şandeka fermî ya Herêma Katalonyayê ya Spasnyayê bi rê ve bir.
Parêzgerê Hewlêrê di gotarekê de amaje da peywnediyên Herêma Kurdistanê û Herêma Katalonyayê û daxwaz kir peywendiyên dualî li ser hemî astan bên pêşxistin.
Umêd Xoşnaw got jî, “Danûstandinên me bi Herêma Katalonyayê re dest pê kirine, bi merema pêşxistina peywendiyên me, ji ber ku hejmareka pirsan heye ku me her duyan bi hev re girê dide”.
Şanda Herêma Katalonyayê nûnerîtiya rêkxistinên fermî û ciwanên bajarê Berşelonayê û wê herêmê bi rengekê giştî dike.
Parêzgerê Hewlêrê tekez jî kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya bizav, çalakî, kar, hizirên dahênerane, rewşenbîrî, karên rêkxistinan û taybet texa ciwanan dike”.
Umêd Xoşnaw eşkere kir, “Me li Herêma Kurdistanê û taybet li Hewlêrê gelek hevparî bi Herêma Katalonyayê re hene ku di dilê her kesekê wan her du herêman de hizirkirinek, dewletek û azadî heye. Eger îro rê li me bê girtin jî, ev mijar di mejiyê welatiyên her du aliyan de zindî ye”.
Wekî ku Parêzgerê Hewlêrê behs kir, “Em piştrast in li paşerojê Herêma Kurdistanê û Herêma Katalonyayê dê bigehin serxwebûnê ji ber ku me her duyan di rêya wê de qurbanî dane. Nexasime em li devereka gelek cudatir in, pêxemetî serxwebûnê bi dehan karesat û trajîdî bi serê me hatine”.
Parêzgerê Hewlêrê di pareke din a gotinên xwe de hêvî kir ku di warê werzişê de jî peywendiyên dualî bên pêşxistin. Herwesa amaje da wê yekê jî ku, dixwazin Yaneya Hewlêrê hevahengî bi yaneyên Herêma Katalonyayê re hebe.
Got jî, “Li Herêma Kurdistanê jî wekî her welatekê din, me gelek piştevanên Berşelonayê hene û em yariyên Kilasîkoyê temaşe dikin”.