Rêxistina Mafên Mirovan: Grûpên çekdaran 170 darên zeytûnan li Efrînê dibirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê radigihîne, grûpên çekdaran û Erebên li Efrînê hatine bicihkirin, nêzîkî 170 darên zeytûnan birîne.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, Erebên ku li Efrînê hatine bicihkirin, rojên 9 û 10 vê mehê nêzîkî 50 darên zeytûnan li gundê Keferşîlê bi awayekî temam yan beşek ji daran birîne.
Rêxistinê di rapora xwe de diyar kir jî, grûpên çekdaran roja 8ê vê mehê 19 darên zeytûnan li gundê Naza bi awayekî temam yan beşek ji daran birîne.
Amaje bi wê da jî, hemarek ji çekdarên mîlîşyaya Sultan Murad roja 2ê vê mehê nêzîkî 100 daran li gundê Meydanê birîne.
Rêxistina Mafên Mirovan ragihand jî, çekdarên grûpa Hemzat roja 9ê vê mehê 20 teneke zeyt ji mala Muxtarê Gundê Goliya Jêrin Ekmelidîn Osman dizîn.
Li gorî çalakvanên Efrînê, çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve û Erebên ku li Efrînê hatine bicihkirin, darên zeytûnan dibirin û wek êzing li bazarên Efrîn û Idlibê difiroşin.
Li gorî çalakvanan jî, ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de, grûpên çekdar ji bilî ku destê xwe danîne ser bi sedhezaran darên zeytûnan, bi dehhezaran darên xelkê jî birîne û şewitandine.