Li Zaxoyê kampanya çandina milyonek dar hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di nava çend mehan de, dê milyonek dar li Zaxoyê bên çandin. Guhdar Şêxo jî dibêje: “Ev proje ji bo min xewnek bû û bû rastî.”

Kampanya çandina milyonek dar li Îdare Serbixwe ya Zaxoyê îro Pêncşemê 14-12-2023an hate ragihandin.

Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo ji K24ê re got: “Îro ji bo min roja herî xweş e. Proje ji min re mîna xewnekê bû. Demeke dirêj e em li ser dixebitin û me karî soza xwe bi cih bînin.”

Diyar kir jî, kampanya çandina milyonek daran ji çend qonaxan pêk tê. Qonaxa yekem, îro dest pê kir û 100 hezar dar amade ne û dê di çend rojên bê de bên çandin.

Gudar Şêxo da zanîn, di qonaxa duyemîn de jî dê bi sedhezaran darên din bên çandin, dibe ku piştî Newrozê dest pê were kirin. Ev prose dê heta çandina yek milyon dar berdewam be.

Got jî: “Zaxo jî weke hemû deverên cîhanê rûbirûyî guhertina keşûhewayê bûye. Qada kesk a Zaxoyê ne wek pêwîst e. Tevî ku rojane em daran diçînin û parkan çêdikin, me xwest milyonek dar jî biçînin.”

Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê amaje bi wê jî kir, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî em raspardine ku divê em girîngiyê bidin hemû warên jiyanê, bi taybetî zêdekirina qada kesk.

Fly Erbil Advertisment