Li Bexdayê êrîş li navendeke dengdanê hat kirin

Binkeyeke dengdanê ya Bexdayê
Binkeyeke dengdanê ya Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajokarekî tuktukê li navçeya Sadir a Bexdayê êrişî navendeke dengdanê kir û piştre ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê got, îro danê sibê 16-12-2023, di dema birêveçûna proseya dengdana hilbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê de, ajokarekî tuktukê li navçeya Sedir bi narincokekê êrişî binkeya dengdanê ya “Kedihîn” kir.

Peyamnêrê K24ê da zanîn jî, êrîşkar ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin û lêkolîn bi wî re tê kirin.

Proseya dengdana taybet ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê, îro li 14 parêzgehên Iraqê, navçeyên Kurdistanî û Herêma Kurdistanê ji demjimêr 07:00 ve dest pê kir û dê heta demjimêr 18:00ê êvarî berdewam bike.

Dengdana taybet bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê (ji bilî parêgehên Herêma Kurdistanê) îro (16/12/2023) tê kirin û hilbijartinên giştî jî di roja 18ê vê mehê dê were kirin.

Fly Erbil Advertisment