Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li dijî êrîşên nijadperest ên li hember Şêx Seîd daxuyanî da

Navenda Nûçeyan (K24) – Êrîşên nijadperestên Tirk, ku di rojên dawî de li dijî nav û kesatiya Şêx Seîd Efendî tên kirin, di nav qada siyasî û civakî ya bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de dibin sedemên bertekên tund. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li dijî van êrîşan daxuyanî da çapemeniyê û xwedî li nirxên gelê Kurd derket.
Di daxuyaniya ku bi dehan nûnerên saziyên sivîl, siyasî û civakî di nav de cih girtin de, di serî de polîsan bi hinceta ku hejmara girseyê zêde ye nexwest destûrê bide, lê piştî dan û stendina navbera aliyan, daxuyanî hat dayîn û êrîşên li dijî nirx û kesatiyên Kurd ku di şexsê Şêx Seîd te tên kirin bi tundî hatin şermezarkirin.
Di pareke daxuyaniyê de hat gotin ku, “Di van rojên dawî de ji aliyê nijadperest û şovenîstên ku qaşo ji xwe re neteweperwer û rojnamevan dibêjin, di şexsê Şêx Seîd û rêhevalên wî de li nirxên Gelê Kurd zimandirêjiyan dikin. Em êrîşên nijadperest û şovenîstan ên di şexsê Şêx Seîd û rêhevalên wî yên ku tekoşîna heq ajotine tu caran qebûl nakin. Di civaka me de ku bûye sedema hêrseke mezin û gelek eşkere ye ku vê feraset û nêzîkatiya şoven bûye hegera hemû nebaşî û pevçûna sedsalî. Bila her kes hed û hesabên xwe li gorî vê bike. Em wan vedixwînin rêzdariya ji nirx û hesasiyetên gelê xwe re.
Em wekî pêkateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê di vê erdnîgariyê de ji bo aştî, wekhevî, edalet, azadî, demokrasî û pirsgirêka Kurd bi rêya aştî û demokratîk çareser bibe têdikoşin. Di heman demê de em li nirx û rûmetên gelê Kurd jî xwedî derdikevin.”