Şeş şûnwarên Amêdiyê tên nûjenkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulxaneya Fransayê bi hevajengiya du dezgehên biyanî û Wezareta Geştyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hejamreka şûnwarên Amêdiyê nûjen dike.
Îro (Çarşem, 20ê Berçileya 2023ê) Birêveberê Giştî yê Şûnwarên Parêzgeha Dihokê Bêkes Birîfkanî ragehand, Konsulxaneya Fransayê dê bi hevahengiya du dezgehên Fransayî û Wezareta Geştyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hejmareka şûnwarên qezaya Amêdiyê nûjen bike.
Herwesa got, “Li destpêka sala bê dê dest bi nûjenkirina hindek şûnwaran bê kirin, ku Dibistana Qubehanê, Mizgefta Kevin, Kenîseya Kevin, Goristana Siltanî, Gora Pîrhezan û Kora Sirîcî ne".
.jpeg)
Birîfkanî amaje da, “Ev heft meh in ku lêkolîn li ser van cihan tê kirin ji bo ku ji awayê wan piştrast bibin ku destkarî tê de nehatiye kirin û wekî xwe ne, bi wê meremê ku bi rengekê kiryarkî dest bi nûjenkirina wan bê kirin”.
Li sinorê parêzgeha Dihokê zêdetirî du hezar û 221 deverên şûnwarî hene, piraniya wan jî dikevin sinorê qezaya Amêdiyê ku zêdetirî 200 cihên şûnwarî lê hene.
