Du qayimqam û birêverên nahyeyan yên nû dest bi karî dikin

Navenda Nûçeyan (K24) Her du qayimqamên nû yên Sîdekan û Çomanê û her du birêveberên nû yên nahyeyên Wertê û Barzanê sonda qanûnî xwar û dest bi karî kir.
Îro (Pêncşem, 21ê Berçileya 2023ê) li beranberî Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, merasîmên sondxwarinê yên her du qayimqamên nû yên Sîdekan û Çomanê û her du birêveberên nû yên nahyeyên Wertê û Barzanê, piştî vegeriyana biryara damezrandina wan ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve, bi rê ve çûn.
Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Necîb, Birêveberê Giştî yê Dîwanê û qayimqamên her du qezayên Mêrgesor û Rewandizê jî tevlî wan merasîman bûn. Di wan merasîman de, Îhsan Ebdilqadir Çelî Qadir wekî Qayimqamê nû yê Sîdekanê, Ehmed Barzan Elî Nebî wekî Qayimqamê nû yê Çomanê, Şoriş Hesen Hemd wekî Birêveberê nû yê nahyeya Wertê û Pîrs Seîd Mihemed wekî Birêveberê nû yê nahyeya Barzanê sonda qanûnî xwar.
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed destpêkirina karî li her du qayimqam û birêveberên nû pîroz kir û ew şîret kirin ku xwe ji bo xizmetkirina welatiyan terxan bikin û bi dilsozî û dilgermî û pîşeyî û bê alî xizmeta sinorên xwe bikin û di astê çaverûbûna xelkî û bawera hikûmeta xwe de bin.