Serok Barzanî peyameka serexweşiyê ji bo koça dawiyê ya Elî Tahirxan Simko parve dike

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî peyameka serexweşiyê ji bo koça dawiyê ya Elî Tahirxan Simko parve kir, di pareka wê de dibêje, “Bi xemgîniyeka zêde ve xeberê koça dawiyê ya Elî Tahirxan Simko gehişt min, ez serexweşiyê li kek Aras Elî Tahirxan û tevaya binemala Elî Tahirxan Simko ya rêzdar dikim”.

 

Peyama serexweşiyê ya Serok Barzanî ji bo koça dawiyê ya Elî Tahirxan Simko

Bi navê Xudayê mezin û dilovan

Bi xemgîniyeka zêde ve xeberê koça dawiyê ya Elî Tahirxan Simko gehişt min.

Ez serexweşiyê li kek Aras Elî Tahirxan û tevaya binemala Elî Tahirxan Simko ya rêzdar û dost û nasên wan û Kurdistaniyên akinciyên bajarê Vêsterosê û Swêdê û derveyî welatî dikim û xwe hevparê xema wan dibînim.

Ez daxwazê ji Xudayê mezin dikim ku canê Xudêjêrazî Elî Tahirxan Simko bi behişta berîn şa bike û sebr û hedarê bide hemî aliyan.

Fly Erbil Advertisment