Ano Cewher: Hemû ol li Kurdistanê di ewlehiyê de ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Gihandin û Veguhastinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher ragihand, ji ber rewşa xirab, Xiristiyan koçber dibin û li Rojhilata Navîn tekane bajarê ku niha ji bo wan ewle ye Enkawa yê ser bi Hewlêrê ve ye ku Xiristiyan lê dimînin.

Cewher ku ji pêkhateya Xiristiyan e ji K24ê re ragihand, biryara Serokomarê Iraqê ya vekişandina biryara Patriyerk Luîs Sako, hîşt ku ew ji Bexdayê derkeve û berê xwe bide Hewlêrê.

Herwiha Cewher tekez kir: “Serokomar nikare bi qedera dêra 200 salî bilîze. Ew dêr berî hemû hikûmetan hebû.”

Derbarê bicihbûna Sako li Hewlêrê de jî got: “Pêwaziya Serok Barzanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û civaka Kurdistanê ji Luîs Sako re, belgeya wê yekê ye ku Kurdistan hertim landike pêkvejiyanê bûye û herwiha îsbat dike ku hemû ol li Kurdistanê di ewlehiyê de ne.”

Cewher diyar kir: “Di salên 80 yên sedsala borî de, hejmara Xiristiyanan li Bexdayê 2 milyon bû, lê niha kêmtirî 50 hezarî ye. Hejmareke mezin ji wan hatine Herêma Kurdistanê û hejmareke din jî jî koçberî derve bûne.”

Herwiha tekez kir, cudahiya di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de, zîhniyeta hikumraniyê ye û Herêma Kurdistanê bi Iraqê re nayê hevrûkirin.

Wezîra Gihandin û Veguhastinê yê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir, Deşta Neynewayê bûye dîl di destê milîsan de.

Tekez kir jî: “Em wê re ne ku divê ew milîs bi rêyên aştiyane bêne derketin. Divê ji wan re were gotin ku ew dever ne yên we ne heta ku hûn ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin.”

Fly Erbil Advertisment