Endamekî encûmena xwecihî ya navçeyeke Efrînê hat revandin

Şêx Seîd Şêx Zade
Şêx Seîd Şêx Zade

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê yên bi artêşa Tirkiyeyê re herêma Efrînê dagîr kirine, endamekî encûmena xwecihî ya navçeyeke Efrînê û 2 kesên din revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpên çekdar a bi navê “Polîsa Leşkerî” ji roja 18ê vê mehê encamê Encûmena Xwecihiya Navçeya Şera Şêx Seîd Şêx Zade revandiye.

Diyar kir jî, Şêx Seîd Şêx Zade ku ji gundê Zêtûnekê ye, ji nava bajarê Efrînê hatiye revandin. Heta niha sedema revandinê nehatiye zanîn û çarenvîsa wî jî ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan ragihand jî, di heman rojê de jî jina bi navê Necla Henan Şêx Zade û Ebdulkerîm Yûnis jî ji gundê Zêtûnekê hatine revandin.

Herêma Efrînê ji Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hatiye dagîrkirin û heta niha dora 9 hezar kes hatine revandin ku çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

 

Fly Erbil Advertisment