Li çiyayê Gabarê ji bo 15 rojan qedexe hat ragihandin

Diyarbekir (K24) – Parêzgeriya Şirnexê ragihand, li herêma çiyayê Gabarê yê dikeve aliyê navçeya Basa, ji bo 15 rojan qedexe hatiye ragihandin. 

Ji aliyê Parêzgeriya Şirnexê ve herêma çiyayê Gabarê yê dikeve aliyê navçeya Basa, ji bo 15 rojan wek Herêma Ewlekariyê ya demkî hatiye ragihandin û ji bo vê herêmê qedexeya hatçûyê hatiye danîn.

Di daxuyaniyê de hatiye amajekirin ji bo ku pêşî li tawanê were girtin, ewlekarî were parastin û ewlekariya neteweyî were cîbicîkirin, ev biryar hatiye standin.

Li gorî daxuyaniyê, qedexe ji 27ê Berçile ve dest pê bike û dê di 4ê Çile de jî bidawî bibe.

Fly Erbil Advertisment