Yekîtiya Zanayan: Em li bendê bûn Sumeydehî mafên destûrî û darayî yên Kurdistanê rûbirûyî Bexdayê bike

Ebdulkerîmê Muderis
Ebdulkerîmê Muderis

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîsîngeha Bicihanînê ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê daxuyaniya Miftiyê Îraqê Mehdî Sumeydehî şermezar dike û dibêje, “Sivkatîkirin bi kesatiya payebilind a Rehmetî Seydayê Muderis sivikatîkirin û birîndarkirina hestê tevaya zanayên Kurd û yên Îraqê û deverê ye”.

Îro (Pêncşem, 28ê Berçileya 2023ê) Nivîsîngeha Bicihanînê ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê li bernaberî vîdyoyeka Miftiyê Îraqê Mehdî Sumeydehî, ku tê de êrîş kiriye ser zanayê Kurd û Miftiyê bertir ê Îraqê Mela Ebdulkerîmê Muderis, beyannameyeka nerazîbûnê parve kir û dibêje, “Mehdî Sumeydehî êrîş kiriye ser yek ji şanaziyên zanayên Kurdistanê û Îraqê û Cîhana Îslamî Seyda Mela Ebdulkerîmê Muderis. Di wê vîdyoyê de, sivkatiyê bi cih û kar û kesatî û helwest û dîroka wî ya pirî serferazî dike”.

Di wê beyannameyê de hatiye, “Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê wê sivkatiyê bi dijwarî şermezar dike, ku ew sivkatî ne tenê bi Zana û Miftiyê Kurdistanê Seydayê Muderis hatiye kiriye, belkî hestê tevaya zanayên Kurd û yên Îraqê û deverê birîndar kiriye”.

Nivîsîngeha Bicihanînê ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê radigehîne, “Em li bendê bûn Mehdî Sumeydehî mijara mafên destûrî û qanûnî û mafên darayî yên Kurdistanê rûbirûyî Hikûmeta Navendî bike, ne ku nav û cih û daxuyaniyên xwe ji bo sivkatîkirina bi şanaziya Îraqê û Kurdistanê Şêx Ebdulkerîmê Biyareyê bi kar bîne”.

Lewma wê yekîtiyê bi navê zanayên Kurdistanê daxwaz ji aliyên peywendîdar û dezgehên qanûnî kiriye ku bi lez rêkarên pêdivî li bernaberî wî kesî bidin ber xwe.

Fly Erbil Advertisment