Li ser rêya Colemêrg - Geverê çiyayek hiriya û rê hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber hiriyana aliyekê çiyayekî, rêya Colemêrg - Geverê li Bakurê Kurdistanê hat girtin, erebeyek keftiye bin bermayîkên wî çiyayî û birîndar hene.
Li dû zanyarên taybet ên Kurdistan24ê, sibeha îro (Înî, 29ê Berçileya 2023ê) aliyekê çiyayekî li ser rêya Colemêrg - Geverê li Bakurê Kurdistanê ku ew rê diçe Wanê jî hiriya û di encamê de ew rê hat daxistin û hatin û çûn lê nema.
Herwesa ji ber hiriyana wî çiyayî, erebeyek keftiye bin bermayîkên wî çiyayî û sê birîndar hene.
Zanyarên K24ê amajeyê didin wê yekê ku ew rê hatiye girtin û mimkin e îro bi temamî neyê vekirin.










