Li Diyarbekirê ji ber mijê geştên asmanî rawestiyan

Navenda Mûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê geştên asmanî ji şeva derbasbûyî ve rawestiyane û geştên îro yên nava rojê de jî hatine paşxistin, yên îşev jî dê li gorî rewşê diyar bibin.
Îro (Înî, 29ê Berçileya 2023ê) Peyamnêrê K24ê Mahir Yuksel ragehnad, “Gerînendehiya Balafirxaneya Diyarbekir da zanîn ku piştî roja derbazbûyî îro jî li Diyarbekirê mij bibandor e û ji ber vê yekê ji şeva derbazbûyî ve geştên asmanî hatine rawestandin”.
Mahir Yuksel got, “Her wesa geştên nav rojê jî hatine paşxistin û li gorî rewşa mijê jî dibe ku werin betalkirin”.
Herwesa amaje da, “Geştên asmanî yên îşev jî dê li gorî rewşê diyar bibin”.
Li Diyarbekirê her sal ev rewş derdikeve holê û di demsalên zivistanê de ji ber mijê geştên asmanî an betal dibin an jî tên paşxistin”.