Berdevkê PDKyê: Em amade ne ji bo pêkanîna hikûmetên xwecihî dest bi diyalogê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê PDKyê radigehîne, ji bo pêkanîna hikûmetên xwecihî yên parêzgehan, em wekî PDK ji bo diyalogê û lihevguhertina dîtin û nerînan amade ne.
Îro (Înî, 29ê Berçileya 2023ê) Berdevkê PDKyê Mehmûd Mihemed ragehandinek parve kiriye û di pareka wê de hatiye, “Zêdebarî ku me têbînî hebûn, lê em tevlî piroseya hilbijartinên civatên parêzgehên Îraqê bûn”.
Herwesa gotiye “Em rû bi rû radigehînin ku me têbînî li ser wê piroseyê hebûn, berî destpêkirina kirina hilbijartinan û di dema hilbijartinan de jî”.
Zêdetir got, “Di hilbijartinên civatên parêzgehan de, gelek asteng ji bo partiya me hatin çêkirin, her ji givaştinên ewlehî û siyasî heta bikaranîna aliyên darayî ji bo kirîna wijdana hindek xelkî, lê hevalên me û cemawerê serbilind ê partiya me bi dilgermî tevlî hilbijartinan bûn û asteng rakirin”.
Herwesa amaje daye, “Niha jî piştî ragehandina encaman ji aliyê Komisyonê ve, di ser têbîniyan û tomarkirina skalayên qanûnî re, em piştrast in ku partiya me ji ewa hatiye ragehandin zêdetir e”.
Li dawiyê jî ragehandiye, “Di ser tane û têbîniyên me re, em wekî PDK ji bo diyalog û lihevguhertina dîtin û nerînan ji bo pêkanîna hikûmetên xwecihî yên parêzgehan amade ne, li ser bingeha şeraketê û bicihanîna lihevkirinên siyasî û asayîkirina rewşa wan deveran ên ku pêştir lihevkirin li ser hatiye kirin û dabînkirina ewlehiyê û xizmetkariyan ji bo welatiyan bê cudahî”.