Li Hewlêrê bazirganekî biyanî yê madeyên hişber hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Rêvebiriya Nehîştina Madeyên Hişbir li Hewlêrê bazirganekî biyanî yê madeyên hişbir girtin û dest danîn ser 136 kîlogram madeyên hişbir.

Rêvebiriya Nehîştina û Madeyên Hişbir îro di daxuyaniyekê de ragihand, piştî komkirina zanyariyan û pevguhartina zanyariyan bi Rêveberiya Nehîtina Madeyên Hişbir a Neynewayê re, şeva 20/30 Berçile kazirganekî madeyê hişbir li Hewlêrê hate desteserkirin.

Li gor daxuyaniyê, di operasyonê de 136 kîlo hebên Kaptagonê hatin desteserkirin.

Diyar kir jî, pêştir roja 25ê Beçile bazirganek li Hewlêrê hat girtin û piştî lêkolîna bi wî re û piştî hevahengiya bi Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişbir a Dederal de, 176 kîlo hebên Kaptagonê li parêzgeha Zîqarê hatin desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye, “Îsal dezgeha me dest danîne ser nêzîkî 1.5 ton hebên ji çend cureyên din ên hebên madeyên hişbir ku dike (zêdetirî 10 milyon heb), Herwiha hejmarek bazirganên navxweyî û biyanî jî hatine girtin.

Rêveberiyê got: “Bikaranîna madeyên hişbir li Herêma Kurdistanê gelekî kêm bûye. Desteserkirina vê hijmara mezin a heban di nava salekê de jî, nîşana wê yekê ye ku hewlên cidî ji bo hînkirina xelkê Herêmê bi metirsiya bazirganî û bikaranîna van hebên metirsîdar, hatine dayîn.”