Şeva borî li Hewlêrê 54 kes birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Şeva borî li Hewlêrê 54 kes di merasîmên cuda yên pêşwazîkirina li sersala nû de, birîndar bûn.
Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Hewlêrê ragihand, di şeva sersalê de 10 tîmên bijîşkî li ser erkê xwe bûn. Di pîrozbahiyên sersalê de, 54 kes birîndar bûbûn û hatin dermankirin.
Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê spasiya tîmên xwe yên di beşa operasyonên bijîşkî de dike ku di dema rûmalkirina ahengên sersalê de, bi awayekî rêkûpêk kar kirine.


