Li Diyarbekirê hin geştên asmanî ji ber mijê hatin hilweşandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê, ji ber mijê ku zêdetirî 10 rojan e berdewam dike, hin geştên asîmanî hatin hilweşandin, hinek jî hatin paşxistin.

Bandora mijê ku bi rojan e li Diyarbekirê berdewam e, hem di rêbejahiyê de hem di rêwîtiya asîmanî de dibe sedema aloziyan. Ji ber mijê ku bi taybetî bi şev û êsibehê bi bandor e, li hin deveran navbera dîtinê dadikeve 30 metreyan.

Li gorî agahiyên ku ji qada asîmanî ya Diyarbekirê hatin ragihandin, ji ber mijê ku di asta xetereyê de tê dîtin, seferên asîmanî yên Stenbol, Enqere, Îzmîr, Antalya û Trabzonê hatine hilweşandin.

Beriya 2 rojan jî li Balafirgeha Diyarbekirê, balafireke taybet di dema daketinê de ji ber mij qezayek derbas kiribû.

Fly Erbil Advertisment