Li Diyarbekirê 9 seferên din jî ji ber mijê hatin betalkirin

Diyarbekir (K24) – Ji ber zêdebûna mijê, ku ji 10 rojan zêdetir e berdewam e, 9 seferên din ên asîmanî li Diyarbekirê hatin betalkirin. Hin seferên ku îro hatibûn taloqkirin jî, danê nîvrojê hatin kirin lê belê her ku bandora mijê zêdetir dibe, hejmara seferên betalkirî jî zêde dibe.
Peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê ragehand, li Diyarbekirê, bandora mijê her ku diçe zêde dibe û ev yek jî dibe sedema texîrbûna seferên asîmanî.
Li gorî agahiyên ku li ser seferên Diyarbekirê ji qada asîmanî hatine ragihandin, 9 seferên di navbera Diyarbekir û Stenbol, Enqerê, Îzmîr, Antalya û Bursayê de hatin betalkirin.
Hat ragihandin ku 3 seferên ku danê nîvrojê hatibûn taloqkirin, di seetên ku mij belav bûbû de hatine kirin lê seferên danê êvarê ji ber zêdebûna mijê ku xetereya rêwîtiyê peyda dike, car din betal bûn.
Her wiha hat diyarkirin ku kesên ji bo betlaneya sersalê ji Diyarbekirê çûbûn bajarên din, ji ber betalbûna seferan, nikarin vegerin bajêr û ev yek jî dibe sedema mexdûriyê.