Binefş Cizîrî: Ez evîndara huner û dengê Mihemed Arifê Cizîrî me

Navenda Nûçeyan (K24) – Binefş Cizîrî niha li Bakurê Kurdistanê yek ji xanimên stiranbêj ên diyar e ku neviya dengbêj Eskerê Cizîrî yê e.
Binefş Cizîrî di daxuyaniyekê de taybet ji K24ê re got, “Folklora resen a Kurdî ez fêrî evîna hunerê û stiranan kirim”.
Herwesa got, “Min di westgeha yekê ya hunera xwe de stirana bi navê Baz û Kevok parve kirin û min dilê xelkê hunerdost ê Bakurê Kurdistanê ji xwe û stiranên xwe re bir. Herwesa piştî wan her du berheman jî, çend ahengên taybet ji min re hatin rêkxistin û ez tevlî çend helkeftinên neteweyî jî bûm”.
Binefş Cizîrî amaje da, “Stiranbêjî di mlbata me de mîratgirî ye, ez ji kalikên xwe fêrî stiran û lawikan bûme û ew herdem piştevaniya kar û berhemên min dikin”.
Tekez jî kir, “Yên ku gelek bandor li ser jiyana min a hunerî hebû, dengê efsaneyî yê Mihemed Arifê Cizîrî û dengê Hesenê Cizîrî bûn, wesa li min kir ku bibim evîndara huner û stiranên Kurdî”.