Li Diyarbekirê car din mij bû sedema betlakirina seferên asîmanî

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê bandora mijê berdewam e, îro jî ji ber kêmbûna navbera dîtinê, hin seferên asîmanî car din hatin betalkirin û taloqkirin.

Peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê ragehand, mij ku bandora xwe li rêbejahiyê jî dike, li nav bajêr jî dibe sedema metirsiyan.

Mij, ku nêzîkî 2 hefteyan e li Diayarbekirê daniye û belav nabe, dibe sedema texîrbûna seferên asîmanî û li nav bajêr jî dibe sedema qezayên trafîkê.

Ev bûn 3 roj ku ji ber mija zêde gelek seferên asîmanî yên ji bo hatin û çûna Diyarbekirê yan taloq dibin yan jî tên betalkirin.

Îro jî sefereke ji Balafirgeha Sabîha Gokçenê ya Stenbolê ber bi Diyarbekirê ve hat betalkirin, seferek ji Balafirgeha Stenbolê hat taloqkirin û berê sefereke ji Îzmîrê jî hat guherandin.

Li gorî agahiyên Saziya Keş û Hewayê, heta 15 rojan dê Diyarbekir bi ewr, serma, berf û baran be û tê payîn ku bandora mijê jî kêm zêde berdewam bike.

Fly Erbil Advertisment