Saziya Keşûhewayê ya Tirkiyeyê hişyariya baran û şilopeyê da
Diyarbekir (K24) – Gerînendehiya Saziya Keşûhewayê ya Tirkiyeyê, li ser baraneke xurt ku dê li seranserê bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi bandor be, hişyarî da.
Li gorî daxuyaniya dawî ya Saziya Keşûhewayê ya Tirkiyeyê, dê li herêmên Marmara, Ege, Behra Spî, Anatoliya Navîn, Behra Reş, Rojhilat û Rojavayê Anatoliyê û li herêmên Diyarbekir û Erziromê baraneke xurt bibare.
Her wiha hat destnîşankirin ku dê li navçeyên rojhilatê Antalyayê, derdora Osmaniyeyê û peravên Hatayê jî baraneke xurt bibare.
Hat ragihandin jî, li gorî texmînan dê li seranserê welêt ewr bi bandor be û tê pêşbînîkirin ku bi giştî piştî baranê bi şev, li deverên hundir ên Herêma Rojhilatê Behra Reş, rojavayê Rojhilatê Anadoluyê û derdora Erziromê berf û şilope bibare.
