Serok Barzanî ligel Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 03.01.2024an pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî kir.
Di civînê de, rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê, pêşhatên dawî û metirsiyên ewlehî û pêwîstiya danîna sînorekê ji bo metirsiyên ewlehiyê û herwiha hevahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de hatin gotûbêjkirin.